Bilind Ibrahim – Kotrê

بڵند ئیبراهیم

بڵند ئیبراهیم – کۆترێ

Xwezî min zanîba kutra min ê, tu bo çi firrî! Min tu ji nav hemî teyra jêgirtî û xodan kirî Hêlîna te min ji rehên dilê xwe ava kirî Te bo min hêlan tijî xem û keder û agir û girî .

[Keç] Lawo min jî, navê te jêgirtibû ji hezar nava Û min tu dana bû yî, bo paşerojeke ava Lê nêçîrvanek hat, ez êxistime dava Baş girêdam û nehêlam bavêm çi gava .

Min zanî hey kutrê, felekê zulma xwe ya li te kirî Û li her çar rexa, xemla buhara te ya zer kirî Te kiriye rondik û çengêt birrîn û karê te girî Çavê te li wê hêlîna min te lê xudan kirî .

[Keç] Lawo ez firrîm, hemî cîhan min têkveda Qet hedara min bi kesî nehat ji xemêt te da Rewşa te, bi rewşa te Her evî canî bêhna xwe veda Xwezî zivrîbam di nav hêlîna dilê te da .

Xwezî kutrê belê çare bo me nîne Hêlêna min ya tijî bû yî û çeqêt min şikestîn e
Hêlîna xew xirab neke û bo min negrîne
[4Caran]
Nav dilê min êdî cihê te lê nîne [2Caran] .

[Keç] Erê lawo diçime ev hêlîvana xema Ez dizanim, cihê min di hêlîvana te de nema Evîna me bûrî, nagihîte çi dema Evîna me bû bîrhatina nav (bîrhatin di nav) pirtûka xema

Print Friendly, PDF & Email

التعليقات مغلقة.