Eyaz Yousif Zaxoyi – Newroz

Eyaz Yusif Zaxoi

ئەیاز یوسف زاخۆیی – نەورۆز

NEWROZ 
HELBEST: Ebdilezîz Silêman
STRAN: Eyaz Zaxoyî

“Newroz hat û bi gul û rîhan
Cejna me ya li bist û êkê
Ew Newroza bîka ciwan
Agirî hilkin serê rêkê
Yadigar e ji bab û bapîran
Wa şkandî qeyda zincîran
Derkirin rojhilata me
Dê rabin hilkin xetîran

Newroz hat û roja nwî ye
Bi deskê gulan xemlandî ye
hemî waran dîlan rabî
Cejn û aheng û kenî ye
Wan celalan av lê boş e
Seyran li wan milan xoş e
Kar û rewiştê milletî
Cejna newroz mendehoş e

Newroz hat û roja mêra
Millet xurrî wekî şêra
Rûuxandin koşka neyara
Bilind bû ala dilêra
Newrozê hey lê lê newroz
Tu roja mêrêt xwedan soz
Dê mînî bişkujekî geş
Bo me kurda cejnek pîroz.

FERHENGOK:
– êkê = yekê
– nwî = nû
– xoş = xweş
– rewişt = tebîet, karakter
– xwedan = xwedî, sahib
– dê mînî = tu ê bimînî

Print Friendly, PDF & Email

التعليقات مغلقة.