Brader – Pek

برادەر

برادەر – پێك

Text: Samî Ergoşî

Ez dilbirîndarê jînê
Êsîrê destê evînê
Wax gelî dost û hevalan
Çawa derman kim birînê

Brîna min bê derman e
Derdê dilêm pir giran e
Tenê çare bo derdê min
Her mey û pêk û meyxane

Têke meygêr meyê têke
Maseya min tu xweş çêke
Bila pêkam her tije be
Îşev jiyan hemî pêk e

Bê derman ez çarereş im
Derdedar im, ez nexweş im
Jiyan êdî bûye bela
Şev û roj mest û serxweş im

Bîne meygêr meyê bîne
Dil hemî jan û birîn e
Dagire ezê her vexum
Belkî van derda b’qedîne

Bîne meygêr meyê bîne
Dil tev de ah û nalîn e
Dagire ezê her vexum
Belkî bo min şîfa bîne

Meyger were hawara min
Sîs bû êdî behara min
Pêkan li pey hev dagire
Bê mey nabe hedara min

Jiyanê sewdaser kirim
Evînê dûr dûr ez birim
Êdî kal im por spî me
Ji derd û kovana mirim

Têke meygêr meyê têke
Mase ya min tu xweş çêke
Bila pêkam her tije be
Îşev jiyan hemî pêk e

Bê derman, ez çarereş im
Bê hal im ez, pir nexweş im
Jiyan li min bûye bela
Şev û roj mest û serxweş im

Bîne meygêr meyê bîne
Dil tev de jan û birîn e
Dagire ezê her vexum
Belkî van derdan b’qedîne

Bîne meygêr meyê bîne
Hinavê min hemî xwîn e
Dagire ezê her vexum
Belkî bo min şîfa bîne

Meygêr mame bê hal, bê mal
Jiyan tev de bû xemên tal
Herkes çû, man ez û şerab
Tenê pêka min ma heval

Malam êdî meyxane ye
Jiyan hemî pêk û mey e
Pîr bûm xeman dagîr kirim
Êdî hêviya min tine ye

Têke meygêr meyê têke
Mase ya min tu xweş çêke
Bila pêkam her tije be
Îşev jiyan hemî pêk e

Bê derman, ez çarereş im
Perîşan im, ez nexweş im
Jiyan bela serê min e
Şev û roj mest û serxweş im

Bîne meygêr meyê bîne
Jîna min tev girî û şîn e
Dagire ezê her vexum
Belkî van derdan b’qedîne

Bîne meygêr meyê bîne
Dil û çav tije girî ne
Dagire ezê her vexum
Belkî bo min şîfa bîne

Print Friendly, PDF & Email